HDP pêşniyara hilbijartina pêşwext pêşkêşî parlamentoyê dike
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i330936-hdp_pêşniyara_hilbijartina_pêşwext_pêşkêşî_parlamentoyê_dike
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) dixwaze pêşniyara hilbijartina pêşwext pêşkêşî Parlamentoyê bike û bo vê armanca jî ji bilî ÎYÎ Partiyê biryar e ligel partiyên din ên opozîsyonê bicive.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 26, 2021 05:27 Asia/Tehran
  • HDP pêşniyara hilbijartina pêşwext pêşkêşî parlamentoyê dike

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) dixwaze pêşniyara hilbijartina pêşwext pêşkêşî Parlamentoyê bike û bo vê armanca jî ji bilî ÎYÎ Partiyê biryar e ligel partiyên din ên opozîsyonê bicive.

Pervîn Buldan, Hevseroka HDPê, dibêje, “Em di wê bawerê de ne ku li Parlamentoya Tirkiyê daxwaza hevbeş a ji bo hilbijartinê ji aliyê partiyên opozîsyonê va xêra wê heye. Eger em ligel partiyên din hevbeşiyê bikin, piştî serê salê bi destpêkirina civînên parlamentoyê, armanca me ew e em pêşniyarnameyekê di vî warî de pêşkêşî parlamentoyê bikin.”