HDP pêşniyara hilbijartina pêşwext pêşkêşî parlamentoyê dike
Kanûn 26, 2021 05:27 Asia/Tehran
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) dixwaze pêşniyara hilbijartina pêşwext pêşkêşî Parlamentoyê bike û bo vê armanca jî ji bilî ÎYÎ Partiyê biryar e ligel partiyên din ên opozîsyonê bicive.
Pervîn Buldan, Hevseroka HDPê, dibêje, “Em di wê bawerê de ne ku li Parlamentoya Tirkiyê daxwaza hevbeş a ji bo hilbijartinê ji aliyê partiyên opozîsyonê va xêra wê heye. Eger em ligel partiyên din hevbeşiyê bikin, piştî serê salê bi destpêkirina civînên parlamentoyê, armanca me ew e em pêşniyarnameyekê di vî warî de pêşkêşî parlamentoyê bikin.”