Koca: Ji %10ê nexweşên Coronayê hilgirên Omicronê ne
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i330933-koca_ji_10ê_nexweşên_coronayê_hilgirên_omicronê_ne
Wezîrê Tendirustîya Tirkiyê ragihand ku zêdeyî ji sedî 10ê pêketiyên Coronayê yên li bajarên qelebalix, hilgirên virûsa Omicronê ne.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 26, 2021 03:46 Asia/Tehran
  • Koca: Ji %10ê nexweşên Coronayê hilgirên Omicronê ne

Wezîrê Tendirustîya Tirkiyê ragihand ku zêdeyî ji sedî 10ê pêketiyên Coronayê yên li bajarên qelebalix, hilgirên virûsa Omicronê ne.

Fahrettin Koca Wezîrî Tendirustîyê yê Tirkiyê ragihand ku li Tirkiyê bi taybet li bajarên qelebalix virûsa Omicronê wek welatên Ewropayê belav dibe û tekez kir ku li Tirkiyê zêdeyî ji sedî 10ê pêketiyên coronayê yên li bajarên qelebalix hilgirê virûsa Omicronê ne.

Fahrettin Koca diyar kir vê rewşê  wergirtina vaksînê girîngtir kiriye û got: “Divê kesên ku 3 meh bi ser wergirtina vaksîna wan re derbas bûne bilez dozên din ên vaksînê werbigirin.”

Wezîrî Tendirustîyê yê Tirkiyê yekem car di 11ê Kanûna 2021ê da ragihandibû ku li wî welatî 6 pêketiyên  Omicronê hatine tomarkirin.