Erdogan tekezî li ser hewlên bihêzkirina pereyê Tirkiyê dike
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i330924-erdogan_tekezî_li_ser_hewlên_bihêzkirina_pereyê_tirkiyê_dike
Serokomarê Tirkiyê tekezî li ser hewlên zêdekirina nirxê diravê neteweyî yê welatê xwe (lîre) li hember diravên biyanî kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 25, 2021 17:59 Asia/Tehran
  • Erdogan tekezî li ser hewlên bihêzkirina pereyê Tirkiyê dike

Serokomarê Tirkiyê tekezî li ser hewlên zêdekirina nirxê diravê neteweyî yê welatê xwe (lîre) li hember diravên biyanî kir.

Li gorî rapora malpera nûçeyan a TRT`ê, Receb Teyib Erdogan roja îniyê amaje bi zêdebûna nirxa lîreyê li hember diravên biyanî piştî cîbicîkirina plana piştevaniya ji depoyên bankî kir û ji gelê Tirkiyê xwest ku baweriya xwe bi diravê neteweyî bînin.

Serokomarê Tirkiyê got ku armanca hikûmetê ew e ku razberên bank û xwediyên pîşesazî ji guharîna nirxê danûstendinê ziyanê nekin û krediya lîreyê zêde bibe.

Erdogan her wiha bang li hemû dikanên zincîreyî û supermarketan kir ku buhayê kelûpelan vegerînin buhayên berê û soz da ku bi gavên Banka Navendî ya Tirkiyê dê enflasyonê kêm bibe.

Li Tirkiyê daketina nirxê lîreyê tirkî (ji serê salê ji % 46 zêdetir) û kêmbûna faîzê û enflasyona bilind li nav veberhêneran de bûye sedema nîgeraniyê.