Berdewamiya rûbirûbûna Atînayê bi Tirkiyê re
Yewnanîstan dibêje ku ew dorhêla xwe ya sînorî ya bakur-rojhilatê li ser sînorê bi Tirkîyê re dirêj dike da ku rê li ber penaxwazan bigire ku bi rêyên neqanûnî ji Tirkiyê derbasî Yewnanistanê bibin.
Wezîrê Parastina Sivîl ê Yewnanistanê Takis Theodorikakos di daxuyaniyekê de ragihand ku ew dê li ser beşek ji sînorên xwe yê ligel Tirkiyê 26 Kîlometrên din dîwaran çêbikin.
Welatê Yewnanistanê ku ji ber hitmala pêleke koçberên Efganistanî bo nav welatê xwe, li ser sînorên xwe yên ligel Tirkiyê 40 kîlometr dîwarên ji pola çêkiribûn. Wî welatî biryar da ku li ser 26 kîlometrên din ên wî sînorê ligel Tirkiyê dîwaran çêbike.
Wezîrê Parastina Sivîl yê Yûnanê Takis Theodorikakos derbarê mijarê de di Komîteya Peywendiyên Derve û Berevaniya Niştimanî ya Parlamentoyê de axivî.
Takis Theodorikakos amaje bi wê yekê da ew dê hejmara kesên ku li ser sînor erkdar in 550 kesên din zêde bikin û tekez kir ku ew dê li çend cihên ku li dewûberên bajarokê Feres hatine destnîşankirin, 26 hezar kîlometreyên din dîwaran çêbikin.
Wezîrê Parastina Sivîl yê Yewnanistanê destnîşan kir ku ew dixwazin bi van tedbîran sînorên xwe biparêzin û rûbrûyî hatina koçberên neqanûnî bibin û got: “Di Adara 2020ê çi çêbû herkes dizane. Koçberên neqanûnî bixwe hewl nedan bikevin bo nav axa Yewnanîstanê.
Tiştên ku pêkhatine encamê operasyoneke meqamên Tirk bûn ku dixwestin beşeke zêde ya sînorê Yewnanîstanê binpêbikin û bo vê yekê jî koçber bikardianîn.”
Ew wezîrê Yewnanî herwiha dibêje:”Îsal ji meha Nîsanê heta Mijdarê bi giştî rê li ber hatina 143 hezar û 472 koçberan bo nav axa Yewnanîstanê hatiye girtin. Sala derbasbûyî jî rê li hatina 98 hezar penaberan hatiye girtin.
Atîna gelek caran Tirkiyê bi wê yekê tawanbar dike ku penaxwazan ji bo armancên xwe yên siyasî weke amûr bikar tîne.