Di encama agirpêketina li Stenbolê 4 zarokan canê xwe ji dest da
Kanûn 14, 2021 20:37 Asia/Tehran
Ji ber agirpêketinê li avahiyeke Stenbola Tirkiyê çar zarokan canê xwe ji dest da û du kes birîndar bûn.,
Li gorî rapora IRIB Newsê, Ji ber agirpêketina li qata jêrzemîna avahiyekê li taxa Esen Yûrta Stenbolê çar zarokên endamê malbateke 6 kesî ya sûrî canê xwe ji dest da.
Dayîk û zarokê din ê vê malbatê ji ber giranbûna birînan bo nexweşxaneyê hatine rakirin û halê wan xedar e.