Civîna Yekîtiya nav-parlimanî ya welatên endamê Rêxistina Hevkariya Îslamî dest pê kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i330571-civîna_yekîtiya_nav_parlimanî_ya_welatên_endamê_rêxistina_hevkariya_Îslamî_dest_pê_kir
Şanzdehemîn civîna Yekîtiya nav-parlimanî ya welatên endamê Rêxistina Hevkariya Îslamî roja Îniyê li Stenbola Tirkiyê dest pê kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 10, 2021 10:01 Asia/Tehran
  • Civîna Yekîtiya nav-parlimanî ya welatên endamê Rêxistina Hevkariya Îslamî dest pê kir

Şanzdehemîn civîna Yekîtiya nav-parlimanî ya welatên endamê Rêxistina Hevkariya Îslamî roja Îniyê li Stenbola Tirkiyê dest pê kir.

Li gorî rapora IRAN Pressê, Şanzdehemîn civîna Yekîtiya nav-parlimanî ya welatên endamê Rêxistina Hevkariya Îslamî bi beşdariya serokparliman û taximên parlimanî û dîplomatîk ên welatên endamê vê yekîtiyê, li Koşka Dolma Baxçeya Stenbolê dest pê kir.

Taxima bilind a parlimanî ya Îranê pêkhatî ji Sara Felahî, Îbrahîm Rezayî û Ebulfezl Emûyî, endamên komîsiyona Ewlehiya neteweyî û Adil Necefzade serokê Koma dostiya parlimanî ya Îran û Tirkiyê, bi serokatiya Muhemedbaqir Qalîbaf beşdarî vê civînê bûne û lin gorî bernameyê biryar e serokê meclîsê berêvara îro di vê civînê da biaxive.