Bihayê gazê li Tirkiyê careke din zêde bû
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i330435-bihayê_gazê_li_tirkiyê_careke_din_zêde_bû
Bihayê gazê beşa pîşesazî û berhemênerên elektrîkê li Tirkiyê careke din bi qasî sedî 20 zêde bû.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 03, 2021 18:52 Asia/Tehran
  • Bihayê gazê li Tirkiyê careke din zêde bû

Bihayê gazê beşa pîşesazî û berhemênerên elektrîkê li Tirkiyê careke din bi qasî sedî 20 zêde bû.

Li gorî rapora IRIB Newsê, Kompaniya boriyên neft û gazê ya Tirkiyê (BOTAŞ) roja îniyê bi weşandina daxuyaniyekê ragihand, bihayê hezar mitrên kûp gazê ji bo yekîneyên pîşeyî 4178 lîre û ji bo hêzgehên gazê yên berhemênerê elektîrkê bi qasî 4800 lîre hat diyarkirin.

Ev nehemîn cara zêdekirina bihayê gazê li Tirkiyê ye ku dê ji 1ê Kanûna 2021ê va were sepandin.

 

Kompaniya BOTAŞê hegera vê zêdekirinê zêdebûna bihayê gazê li bazarên navneteweyî û zêdebûna bihayê pereyên biyanî ji wan dolara Amerîkayê li hemberî lîreya Tirkiyê daye zanîn.