Li Tirkiyê 192 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan
Mijdar 27, 2021 23:01 Asia/Tehran
Li Tirkiyê di 24 saetên borî de ji ber vîrûsa koronayê 192 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên 27ê Mijdarê yên vîrûsa koronayê (Covid-19) belav kir.
Li gor daxuyaniyê, li Tirkiyê di 24 saetên borî de 23 hezar û 759 kesên din bi vîrûsa koronayê ketine û 192 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Herwiha di 24 saetan de 25 hezar û 103 kes baş bûne.