Berfirehkirina têkiliyên Tirkiye û Îmaratê
Tirkiye û Îmaratê di warên enerjî, jîngeh, malî û bazirganiyê de 10 peyman îmze kirin.
Li gor malpera TRTê, Welîehdê Ebûzebî Mihemed Bin Zayid Al Nehyan li Enqerê bi Serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan re civiya û herwiha li ser pevguhertina zanyariyên darayî û hevkariya di navbera Banka Navendî ya Tirkiyê û Banka Navendî ya Îmarata Erebî de li hev kirin.
Li gorî vê raporê, rayedarên Tirkiye û Îmaratê di warê gumrikê de jî peymana hevkariyê îmze kirin.
Erdogan ku sebebkarê rewşa xirab a Tirkiyê û krîza aborî li vî welatî tê nasîn dest davêje her karekê ji bo baştirkirina rewşa aborî li vî welatî û amade ji bo vê yekê gelek berdêla bide.
Di çend rojên derbasbûyî de, Tirkiyê bûye şahidê nerazîbûnên xelkê li dijî nirxê bilind a kelûpelan û daketina bêmînak a nirxê lîreyê.
Têkiliyên siyasî yên Ebû Zebî û Enqerê 10 salan qut bûbû. Ev têkilî bi peywendiyên bi telefonan ku demekê dirêj dom kirkir baş bû. Wezîrên karên derve yên her du welatan bi telefonê bi hev re axivîn. Dûvre şêwirmendê ewlehiya neteweyî ya Îmaratê Şêx Tehnon Bin Zayid di Tebaxa borî de serdana Enqerê kir û bi Erdogan re civiya. Niha eva serdana yekem a Welîehdê Îmaratê bo Tirkiyê piştî 10 salan e.