Her Dolarekî Amerîkî nêzîkî 12 Lîreyên Tirkî hat firotin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i330214-her_dolarekî_amerîkî_nêzîkî_12_lîreyên_tirkî_hat_firotin
Li Tirkiyê daketina lîreyê Tirkî li hember dolarê Amerîkî rekoreke nû tomar kir û dolarek gehişte 11.92 lîreyan.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 23, 2021 08:18 Asia/Tehran
  • Her Dolarekî Amerîkî nêzîkî 12 Lîreyên Tirkî hat firotin

Li Tirkiyê daketina lîreyê Tirkî li hember dolarê Amerîkî rekoreke nû tomar kir û dolarek gehişte 11.92 lîreyan.

Piştî Banka Navendî 18ê Mijdarê rêjeya faîzê puanek daxist lîreyê Tirkî li hember dolar nirxê xwe ji dest da û ji 10.60 lîreyan bû 11.00 lîre. Serokkomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan duh piştî civîna Kabîneyê got, ew dê li ser siyaseta daxistina faîzê berdewam bin. Axaftinên Erdogan bûne sedema zêde daketina lîreyê Tirkî.

Piştî axaftinên Erdogan îro Sêşembê 23ê Mijdara 2021ê lîreyê Tirkî li hember dolar bi tundî daket û dolarek gehişte 11.92 lîreyan û euroyek gehişte 13.39 lîreyan.

Lîreyê Tirkî her diçe nirxê xwe ji dest dide û di meheke dawî de li hember dolar %30 zêdetir nirxê xwe ji dest daye. Sedema herî mezin a ji dest dana nirxê lîreyê Tirkî, daxistina rêjeya faîzê ji aliyê Banka Navendî ve û têkçûna aborî ye.

Banka Navendî ya Tirkiyê ji meha Îlona 2021ê ve rêjeya faîzê 4 puan daxistin. Pispor dibêjin daxistina rêjeya faîzê dê bibe sedem ku lîreyê Tirkî zêdetir nirxê xwe ji dest bide, lê desthilata Tirkiyê bi taybetî Erdogan pêdagir e rêjeya faîzê zêdetir daxîne.