Li Tirkiyê 22 hezar û 583 kesên din bi Koronayê ketin
Mijdar 14, 2021 09:19 Asia/Tehran
Li Tirkiyê di 24 saetên borî de ji ber vîrûsa koronayê 215 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên 13ê Mijdarê yên vîrûsa koronayê (Covid-19) belav kir.
Li gor daxuyaniyê, li Tirkiyê di 24 saetên borî de 22 hezar û 583 kesên din bi vîrûsa koronayê ketine û 215 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Herwiha di 24 saetan de 25 hezar û 254 kes baş bûne.
Li gor vê amarên nû, hejmara kesên bi vîrusa Koronayê ketine li Tirkiyê derket 8 milyon û 386 hezar û 542 kesan. Hejmara qurbaniyên vîrusa korona li Tirkiyê jî gihîşt 73 hezar û 342 kesan.