Ekrem Îmamoglu serdana Amedê dike
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i329417-ekrem_Îmamoglu_serdana_amedê_dike
Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglu dê di 16ê cotmehê de serdana Amedê bike. Îmamoglu dê li Amedê tevlî hin bernaman bibe.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 14, 2021 19:24 Asia/Tehran
  • Ekrem Îmamoglu serdana Amedê dike

Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglu dê di 16ê cotmehê de serdana Amedê bike. Îmamoglu dê li Amedê tevlî hin bernaman bibe.

Li gorî agahiyên ku Tora Medyayî ya Rûdawê ji Seroka CHPê ya Amedê Gonul Ozel wergirtin Şaredarê Stenbolê Ekrem Îmamoglu dê di 16ê cotmehê de li Sûra Amedê tevlî pêşangeha hunermendê kurd Ahmed Guneştekîn a bi navê "Odeya Bîrê" bibe.

Gonel Ozel, destnîşan kir ku ji ber Guneştekîn û Îmamoglu hevalên hev in, ew bi taybetî ji bo vê pêşangehê li Amedê dibe û piştre jî dê bi Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê re tevlî şeva danasînê ya xebata hunermend Guneştekîn bibe.

Li gorî agahiyên ku Ozel dan, Îmamoglu dê piştî pêşangehê tevli bernama hin sazî û dezgehên sivîl jî bibe.