SOHR: Ji serê salê ve 30 sivîl ji aliyê Tirkiyê ve hatine kuştin
Cotmeh 14, 2021 09:03 Asia/Tehran
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) diyar kir ku ji destpêka 2021’ê ve 30 sivîlên sûrî, di nav de jinek û 8 zarok li ser sînor ji aliyê leşkerên Tirkiyê ve hatine kuştin.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) eşkere kir ku ji destpêka 2021’ê ve leşkerên Tirk ên li ser sînor 30 sivîlên sûrî di nav de jinek û 8 zarok qetil kirin.
SOHR’ê da zanîn ku ji destpêka krîza Sûriyê ve hejmara sûriyên ku ji aliyên leşkeran ve hatine qetilkirin 489 e, ji wan 90 zarok û 45 jin in.