Pûtîn û Erdoxan li ser hevkariya li Qerebax û Sûriyê tekez kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i329140-pûtîn_û_erdoxan_li_ser_hevkariya_li_qerebax_û_sûriyê_tekez_kir
Pêwendiyên ticarî û alûgorên Qerebax û Sûriyê di hevdîtina serokomarên Tirkiye û Rûsiyê da hatin vekolandin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 29, 2021 15:22 Asia/Tehran
  • Pûtîn û Erdoxan li ser hevkariya li Qerebax û Sûriyê tekez kir

Pêwendiyên ticarî û alûgorên Qerebax û Sûriyê di hevdîtina serokomarên Tirkiye û Rûsiyê da hatin vekolandin.

Li gorî rapora Tasnim Newsê, Receb Teyib Erdoxan serokomarê Tirkiyê ku çûye Rûsiyê di hevdîtina digel Viladîmîr Pûtîn serokomarê vî welatî da, got: Du welatan pêngavine girîng derbarê aştiya li Sûriyê rakirine.

 

Pûtîn jî tevî amajeya bi peywendiyên ticarî yên du welatan, derbarê alûgorên Qerebaxê, got: Hevkariya Rûsiye û Tirkiyê li Qerebaxê, hem jibo parastina agirbesê û hem jibo pêkanîna aştiyeke mayînde di pêşerojê da hêmaneke girîng e.

 

Serokomarê Rûssiyê got: Asta ticareta dualî di 9 mehên destpêka 2021ê sedî 50 zêde bûye ku ji bilî cubrankirina kêmbûna ji ber belavbûna Koronayê, pêşketineke baş di peywendiyên ticarî navbera du welatan da tê dîtin.