Balyozxana Amerîkayê: Me ti rêkevtineke nihênî bi Tirkiyê re nekiriye
Amerîka red dike ku Serokê Amerîkayê Joe Biden û Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan li ser koçber û penaberên Efxan gehiştibin rêkeftinê.
Di daxuyaniyekê de Balyozxana Amerîkayê li Tirkiyê li ser hesabê xwe yê Twitterê belav kiriye ku “Îdîaya rêkeftinekê di navbera Biden û Erdogan de li ser koçber û penaberên Efxan gelekî bêbingeh e.”
Daxuyaniya Balyozxana Amerîkayê di demekê de ye ku naverasta Hezîrana borî, Serokê Amerîkayê Joe Biden û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan civiyan. Partiyên opozisyona Tirkiyê jî guman dikin ku herdu alî derbarê koçberên Efxan de gehiştibin rêkeftinê.
Daxuyaniya Balyozxana Amerîkayê bersivek bû bo wê gumana partiyên opozisyonê li Tirkiyê ku niha siyaseta derve ya hikûmeta AKPê rexne dikin û di wê baweriyê de ne ku ji ber wê siyaseta tê peyrewkirin, welatê wan bûye stargeha koçberan.
Tirkiye yek ji wan welatên navçeyê ye ku rewşa niha ya Efxanistanê herî zêde bandor li atmosfera siyasî ya navxwe û nakokiyên navbera desthilat û opozisyonê kiriye, bi taybetî di mijara koçber û man an vekişîna ji Efxanistanê.
Li gor partiyên opozisyonê tişta diqewime plangêrî ye û bi destê Erdoganê serokkkomar kişandina welatê wan e ji aliyê hêzên biyanî ve bo nav krîzekê ku dana baca wê zehmet e.