Agirê li 13 daristanên 6 parêzgehên Tirkiyê berdewam e
Agirê daristanên Tirkiyê kete roja xwe ya 10emîn. Heta niha jî li 6 parêzgehên Tirkiyê agir û dûkêl li 13 daristanan bilind dibe. Li parêzgehên Mugla û Antalyayê ku navêndên girîng yên geştiyariyê bûn agir li 7 daristanan berdewam e. Vê yekê jî metirsî li ser santrala berhemanîna elektrîkê ya li navçeya Milasê çêkiriye.
Li gorî nûçeya Rûdawê, Serokê şaredariya navçeya Milasê li ser hesabê xwe ya medya civakî ragihand ku agir nêzîkî santrala elektrîkê ya Yenikoyê bûye, metirsiya şewitînê heye û agir berfireh bi awayekî bihêz ber bi santrala berhemanîna elektrîkê ya Yenîkoyê diçe. Ji ber ku ev navçe nêzîkî vê santralê bû şeva pêncşemê dest bi vala kirina gund hatibû kirin.
Mesud Yilmaz, Niştecihê gundê Gurcegiz, dibêje, “Min ajelên xwe rizgar kirin û birin gundê cîranê me Çamovayê, mala baldûza min li wir e. Niha ez vegeriyame û metirsî heye mala min bişewite. Agir gihîştiyê gundên Oren, Turkevlerî, Akçakaya, Feslegen û Gurcegizê. Ev tê çi wateyê. Ewê çawa rê lê bê girtin. Niha derûniya min têk çûye.”
Roja pêncşemê dawiya nêzîkî 11 demjimêran tîmên agir vemrandinê agirê santrala berhemanîna elektrîkê ya Kemerkoyê li navçeya Milas ser bi Muglayê kontrol kirin. Ji ber agir hebû roja
pêştir çarşemê karmendên santralê û niştecihên gundê Orenê hatibûn derxistin.
Ligel ku hê jî metirsî li ser gund berdewam e û çend teqîn jî çêbûn beşek ji niştecihên gund malên xwe bernedan.
Hulya Damla Soydan, Niştecihê gundê Oren, dibêje, ““Helbet metirsî hebû, lê me bijart ku li vir bimînin. Di encamê de ev der mala me ye, em li vir man.”