Tîrmeh 30, 2021 12:03 Asia/Tehran
  •  Ev 7 roj in Herêma Şênê ya Mûşê dişewite

Li Herêma Şênê ya Mûşê 7 roj in şewat derketiye û didome.

Li gorî nûçeya ajansa Mezopotamyayê (MA), Li Herêma Şênê ya di navbera Mûş û Amedê de 7 roj berê şewat derket û didome. Her roj şewat belavî cihên cuda dibe û ji ber şewatê bi hezaran dar û ber şewitîn û bûn xwelî. Li herêma şewatê bi hêceta “ewlehiyê” destûr nayê dayîn welatî biçin bitefînin. 

Serokê Giştî yê 'Komeleya Meşe' Îhsan Aytemîş bertek nîşanî şewatê da û got: “Şewitandina daristanê talan e. Em dixwazin sedemê vê şewatê were lêkolînkirin. Bila sûcdar bêceza nemînin.” 

MUDAXELE NAYÊ KIRIN

 Têkildarî şewatê em li Miduriyeta Daristanan a Mûşê geriyan û diyar kir ku 5 roj in mudaxileyî şewatê dikin lê ji ber şertên aqarê herêmê amûrê agirkujiyê û xebatkarên wan nikarin mudaxile bikin. Miduriyetê got ew derfeta wan nîne ku ji hewa ve mudaxileyî şewatê bikin. 

Serepeyv