Hezîran 25, 2021 20:52 Asia/Tehran
  • Tirkiyê bertek nîşanî biryara Yekîtiya Ewropayê da

Wezareta Derve ya Tirkiyê biryarên ku di Civîna Serokên Yekîtiya Ewropa (YE) de di bin sernavê "Tirkiye" de hatin girtin "kêm" dît.

Wezaretê Derve ya Tirkiyê di derbarê Lûtkeya Serokên YEyê daxuyaniyek da û tê de ragihand ku biryarên hatine girtin "ji pêngavên bendewar û pêwîst dûr in."

Di daxuyaniyê de tê gotin “Biryarên ku di Civîna Serokên Dewlet û Hikûmetên Yekîtiya Ewropî de di bin sernavê 'Tirkiye' de hatine girtin ji pêngavên bendewar û pêwîst dûr in.” Wezareta Derve ya Tirkiyê tekez kir ku Tirkiye di warê kêmkirina aloziyan, destpêkirina diyalog û hevkariyê de "zêdetirê tiştê ku ketiye ser milê wê bicih aniye."

Herwiha Wezareta Derve ya Tirkiyê di daxuyanê de amaje bi wê yekê kir ku paşvexistina wergirtina biryarên nûjenkirina Yekîtiya Gumrikê ji aliyê hinek welatên YEyê ve weke kêmasiya îrade û îstîsmara Yekîtiya Ewropayê ye.

Wezarete Derve ya Tirkiyê di daxuyaniyê bal kişand ser pakêta darayî û wiha dibêje “Pakêta nû ya alîkariya darayî ya pêşniyarkirî ne ji bo Tirkiyê lê ji bo penaberên Sûrî ye û di bingehê de gavek e ku tê avêtin ji bo misogerkirina aştî û ewlehiya YE bixwe ye. Xeletiyek mezin e ku meriv hevkariya koçberiyê tenê bi dîmenek darayî îcra bike. Armanca hevkariya nêz a di vî warî de dê di berjewendiya her kesî de bibe.”

Li aliyê din di lûtkeyê YE de, hat destnîşankirin ku YE amade ye ku di gelek warên ku bi berjewendîyên hevpar re têkildar de hevkarîya xwe bi Tirkîyê re bi rengekî gav bi gav, bi pîvan û vegerbar zêde bike. Serokên YE ji bo destûrdayîna nûvekirina Yekîtiya Gumrikê ya di navbera YE û Tirkiyê dest bi xebata teknîkî kirine.

Rapora ku li ser dirêjkirina peymana koçberiyê ya bi Tirkiyê re ji aliyê Komîsyona YEyê ve hatibû amadekirin hat qebûl kirin û li gorî vê yekê biryar hat dayîn ku 3 mîlyar euro bidin Tirkiyê.

Serepeyv