Hezîran 21, 2021 20:40 Asia/Tehran
  •  Dadgeha Destûrî ya Tirkiyê doznameya girtina HDPê qebûl kir

Dadgeha Destûrî ya Tirkiyê doznameya girtina HDPê qebûl kir. Piştî ku Serokê Dadgeha Bilind a Destûrî ya Tirkiyê Zuhtû Arslan ku wek raportor hatiye rasipardin, xwest îdîanameya Dozgeriya Giştî ya Komarî ya derbarê girtina HDPê de were pesendkirin, îro Duşemê 21ê Hezîrana 2021ê demjimêr 10ê sibehê, Encûmena Giştî ya Dadgeha Destûrî bi armanca lêkolîna derbarê doznameyê de civiya.

Li gorî nûçeya Rûdawê, Encûmena Giştî ya Dadgeha Destûrî doznameya girtina HDPê qebûl kir. Li gor Maddeya 69an a Destûra Tirkiyê, bo girtina her partiyeke siyasî, birrîna beşek an hemû hevkariyên xezîneya dewletê ji ser wê partiyê, ji 15 endamên Encûmena Giştî ya Dadgeha Destûrî ya Tirkiyê, divê 10 endam dengê erê bo biryarê bidin.

Piştî Encûmena Giştî ya Dadgeha Destûrî îdîanameya girtina HDPê qebûl kir, niha qonaxa qanûnî ya proseya girtina HDPê bi fermî dest pê dike û bo xweparastinê dosye ji HDPê re tê şandin û divê HDP di dema 60 rojan de, ji wê roja Dadgeh bo wê diyar dike, parastina xwe amade bike û bişîne.

HDP bo amadekirina parastina xwe dikare daxwaza demeke zêdetir bike. Encûmena Giştî ya Dadgeha Destûrî biryarê li ser daxwaza HDPê ya dirêjkirina demê dide. Piştî HDP parastina xwe pêşkêş dike, Serdozgerê Dadgeha Bilind Bekir Şahin derbarê îdîanameyê de nerîna xwe tîne ziman. Ew nerîn ji HDPê re tên şandin û piştre di wan rojan de ku Dadgeha Destûrî destnîşan dike, bi awayekî rasterast li Dadgeha Bilind Bekir Şahin daxuyaniyê dide û karbidestên HDPê jî parastina xwe dikin.

Di dawiya wê qonaxê de raportorê ku Dadgeha Destûrî ew erkdar kiriye, raportekê amade dike, heta bidawîbûna proseyê mafê Dozgerê Giştî û HDPê heye nivîs û belgeyên xwe pêşkêş bikin. Îdîanameya girtina HDPê ku ji 805 rûpelan pêk tê, roja 8ê Hezîrana 2021ê bi îmzeya Serdozgerê Dadgeha Bilind Bekir Şahin ji Dadgeha Destûrê re hatibû şandin.

Dadgeha Destûrê di dema borî de 2 caran doza girtina HDPê red kir. Encûmena Giştî ya Dadgeha Destûrî ya Tirkiyê roja 31ê Adara 2021 û 16ê Nîsana 2021ê civiya bo gotûbêjkirina doza girtina HDPê. Di herdu civinan de hinek kêmasiyên di îdîanemeyê de hatin diyarkirin û bo serrastkirina wan, îdîaname hat redkirin û li Serdozgeriya Giştî hat vegerandin.

Li Tirkiyê ne tenê partiyên opozisyon û alîgirên HDPê dijî girtina HDPê ne. Beşeke zêde ya dengderên partiyên din jî hewlên girtina HDPê erênî nabînin. Li gor rapirsiya dawî ya navenda Lêkolînên Sosyo Polîtîk ku li 11 parêzgehên Tirkiyê kiriye, ji sedî 30ê dengderên AKP, ji sedî 67.3ê dengderên CHP, ji sedî 59.4ê dengê xwe dane ÎYÎ Partî, di wê baweriyê de ne ku hewla girtina HDPê ne qanûnî ye û biryareke siyasî ye.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) sêyemîn fraksyona herî mezin e li Parlamentoya Tirkiyê ye û di hilbijartina dawî ya parlamentoyê de ku sala 2018an hat kirin, ji sedî 11.7ê dengan bi dest xistin û ji 600 kursiyên parlamentoyê 67 kursî birin. Di vê gera parlamentoyê de mafê parlamenteriyê ji sê parlamenterên HDPê hatiye standin û hinek parlamenter jî ji fraksyonê derketine.

Li Parlamentoya Tirkiyê niha 57 kursiyên HDPê hene.

 

 

Serepeyv