Di doza girtina HDPê de lêkolîna ewil sibe tê kirin
Lijneya Giştî ya Dadgeha Destûra Bingehîn di doza girtina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de lêkolîna xwe ya ewil dê sibê bike.
Dadgeha Bilind îdîanameya derbarê girtina HDPyê de hatibû amadekirin ji bo ku kêmasî bên temamkirin îade kiribû.
Serdozgeriya Komarê ya Darazê îdianame ji nû ve amade kiribû û şandibû ya Dadgeha Destûra Bingehîn.
Raportorê ku hatibû erkdarkirin derbarê lêkolîna ewil de rapora xwe temam kir û pêşkeşî lijneyê kir.
Di dozê de lêkolîna ewil dê sibê di saet 10.00 de bê kirin û Lijneya Giştî ya Dadgeha Destûra Bingehîn li ser pesendkirin an redkirina doza girtina HDPê biryar dide
Lijneya Giştî dema lêkolîna ewil bike, dê li ser beyana girtina partiyê, çalakî û xebatên wê, daxwaza qedexeya siyasî ya ji bo kesên navê wan di îdianameyê de derbas dibe bisekine, daxwaza destdayîna ser hesabên bankayê û alîkariya xezîneyê ya ji bo partiyê jî dê bê nirxandin.
Partiya nijadperest û li dijî kurdan a MHPê hewl dide bi her awayê dibe HDP hilweşîne.