Hezîran 10, 2021 15:49 Asia/Tehran
  •  Li gorî ankêtekê piraniya ewropiyan Tirkiyê wek dijmin dibînin

Li gorî ankêtekê, piraniya şêniyên Ewropayê dewleta Tirkiyê wek dijmin û ne hevalbend dibînin.

Li gorî ankêta ku Meclisa Ewropaya yê Têkiliyên Derve (ECFR) amade kiriye, diyar dibe ku piraniya şêniyên dewletên di nav Yekitiya Ewropayê de dewleta Tirkiyê wek dijmin, ne wekî hevalbend dibînin.

Li gorî ankêtê, ji sedî 26 ji ewropiyan dewleta Tirkiyê wek dijmin dibînin, her wiha ji sedî 25 jî tenê jî dewleta Tirkiyê wek hevalbendeke girîng dibînin.

Dewleta Tirkiyê ji sala 1999'an de ji bo endamtiya Yekitiya Ewropayê hatiye pêşniyarkirin. Lê ji ber binpêkirinên mafên mirovan li Tirkiyê û operasyonên girtin û binçavkirinê, pejirandina Tirkiyê di Yekitiya Ewropayê de hatiye taloqkirin.

Her wiha ji sedî 4’ê beşdarên ankêtê destnîşan kir ku dewleta Tirkiyê hevkar e, xwedî nirx û berjewendiyên hevpar e. Li aliyekî din li Almanyayê ji sedî 40 dewleta Tirkiyê  dijmin dibînin.

Serepeyv