Hezîran 02, 2021 21:05 Asia/Tehran
  • PKKê kuştina 3 leşkeran Tirkiyê û nasnama 5 hêzên xwe ku çend mehên berê hatine kuştin ragihand

PKKê kuştina 3 leşkerên Tirkiyê ragihand û nasnama 5 hêzên xwe aşkere kir ku di êrişên artêşa Tirkiyê de jiyana xwe ji dest dane. Wezareta Berevaniya Tirkiyê jî dibêje, di êrişeke hêzên wan de li Geverê 3 endamên PKKê jiyana xwe ji dest dan.

PKKê bi weşandina daxuyaniyekê ragihand ku roja 1ê Hezîranê, leşkerên Tirkiyê yên li qada Cîloyê Biçûk a herêma Zapê, bûne armanca şervanên PKKê ku di encamê de 3 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin û “çepera wan bi temamî hat rûxandin û kameraya mobesse hate îmhakirin.”

Li aliyê din PKKê piştî çend mehan niha aşkere dike ku  roja 3ê Çileya 2021an li herêma Gabara Şirnexê ya başûrê rojhilatê Tirkiyê  di navbera şervanên wê  leşkerên Tirkiyê şer û pevçûnên dijwar derketin ku di encamê de 5  şervanên jin  tên kuştin. PKKê di daxuyaniya xwe de navên wan jî eşkera dike. 

Wezareta Berevaniya Tirkiyê jî îro di daxuyaniyekê de aşkere kir ku di êrişa hêzên wan de li Gevera Colemêrgê 3 şervanên PKKê jiyana xwe ji dest dane.

Li gor wê wezaretê hêzên PKKê tîmeke lêgerînê ya leşkerên Tirkiyê li ser sînor kirin armanc û hêzên wan jî bersiv da.

Ev yek di demekê de ye ku li Bedlîsê jî di navbera hêzên PKKê û leşkerên Tirkiyê de şer derket û di encamê de cerdevanek û leşkerek hatin kuştin û 4 cendirme jî birîndar bûn.

Artêşa Tirkiyê duh jî li Taxa Sîsê ya navçeya Licê ya ser bi Amedê ve operasyoneke berfireh dabû destpêkirin. Ji ber operasyonê hatinûçûn li herêmê hatibû qedexekirin.

Heta niha ji aliyê PKKê ve derbarê şerê li Bedlîsê û operasyona li Licê ti zanyariyek nehatiye belavkirin.

Serepeyv