May 20, 2021 09:30 Asia/Tehran
  • Parlemena Ewropayê: Bila muzakereyên ligel Tirkiyê bêne rawestandin

Parlemana Ewropayê (YE) rapora sekinandina gotûbêjên endamtiyaTirkiyê bo Yekitiya Ewropayê pesend kir. Wezareta Derve ya Tirkiyê jî karvedan li dijî vê biryara parlamentoyê nîşan da.

Parlemana Ewropa, rapora di derbarê sekinandina gotûbêjên endamtiya Tirkiyê li Yekitiya Ewropayê pesend kir.

Rapora ku ji aliyê parlamenterê Îspanî yê Parlemana YE'yê Nacho Sanchez Amor ve hatibû amadekirin, bi hejmarek zêde ya dengan hate pesendkirin. Di dengdana raporê de 480 dengdêran got “erê”, 64 dengdêran got “na” û 150 dengdêr jî bêbiryar mane.

Di  raporê  de têkildarî mafên bingehîn, demokrasî û mafên mirovan de rexneyên tund li Tirkiyê hatin kirin û tê de hate diyarkirin ku Tirkiye ji nirxên Yekitiya Ewropayê dûr ketiye û têra xwe giringiyê nade Pirsa Kurd.

Di beşa pêşniyaran ya raporê de hate diyarkirin ku rêveberiya Tirkiyê li beramber her cureyên çalakiyên aşitiyane yên Kurd û Elewiyan bi awayek sîstematîk guvaşê dike.

Her di wê raporê de hate diyarkirin ku pêwîst e doza Serokê Baroya Amedê yê berê Tahir Elçi ku 3 polîs ji ber tên darizandin, bi awayek bê alî bê dîtin û tawanbar bên cezakirin.       

Herî dawî di raporê amaje bi erişên tevgera nijadperest ya Tirkan ku weke “Gurên Boz” tên navbirin yên li dijî Kurd, Elewî û Yunaniyan hat kirin û hate xwestin ku ev tevger li lîsteya rêxistinên terorî bê zêdekirin.

Wezareta Derve ya Tirkiyê jî karvedan li dijî vê biryarê nîşan da û  got “Di serdemeke ku hewlên başkirina peywendiyên Tirkiye û Yekitiya Ewropa dihatin dayîn de, qebûlkirina biryara pêşniyarê ya  Perlamentoya Ewropa ya ji rastiyan dûr, ne pêkan e.”

 

 

Serepeyv