May 08, 2021 10:56 Asia/Tehran
  • Erdogan piştgirî da pêşnûmaya Destûra Bingehîn ya partiya nijdperest a MHP ê

Serokkomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan di derbarê pêşnûmaya Destûra Bingehîn ya partiya nijadperest a MHP ê de ku li gorî fikr û zêhniyeta xwe ya nijadperestî û li dijî kurdan amadekiriye got: “Em ê xebateke hevpar bikin û wê pêşkêşî opozîsyonê bikin.”

Serokkomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan duh li ser pêşnûmaya Destûra Bingehin ya MHPê ku ji 100 maddeyan pêk tê û  li gorî fikr û zêhniyeta vê partiya nijadperest ya li dijî kurdan amadebûye axivî û got: “Ew heta xalekî hatine. Wan ew ji me re şand. Amadekariyên me jî li ber qedandinê ne. Em ê jî bi heman rengî pêşkêşî wan bikin. Paşê jî em ê xebateke hevpar bikin.”

Erdogan da zanîn ku carcaran bi Serokê MHP devlet bahçelî hevdîtin pêk tînin û li ser mêjarên Destûra nû jî sekinîne ku amadekariyên wan jî di derbarê Destûreke nû de hene û wiha berdewam kir “Em ê xebateke hevpar bikin û wê pêşkêşî opozîsyonê bikin û bi saziyên civakî yên sivîl re jî parvebikin û em dixwazin destûrekê ku ji aliyê raya giştî ve were qebûl kirin çêkbikin.”

Erdogan Di derbarê têkiliyên bi Misirê re jî got “Helwesta me ya li hember gelê Misrê pir û pir erênî ye. Em ne weke birayên dijmin, wekî dost, em hewl didin ku têkiliya xweya dîrokî ya bi Misrê re bidomînin. Ew me xemgîn dike ku xelkê Misirî bi zorê bi xelkê Yunan re bibînin. Min vê yekê berê jî gotibû. Pêvajoyeke nû destpê kir. Di serî de îstîxbarat dûv re wezareta derve hevdîtin dêstpê kirin. Em ê vê yekê pêşve bibin û berdewam bikin.”

Erdogan ku bîr û ramanên wê li gor bîr û ramanên Îxwaniyan e û hikûmeta Misrê wek hikûmeteke darbekar dizane, ji nêzîkbûna Misrê û Yewnanistanê pir ketiye metirsiyê loma dixebite pêşiya vê nêzîkbûnê bigire.

Serepeyv