Erebistan heşt dibistanên Tirkiyê li axa xwe girêdide
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i325951-erebistan_heşt_dibistanên_tirkiyê_li_axa_xwe_girêdide
Wezareta Perwerdehiyê ya Erebistana Siûdî ragihand ku heşt dibistanên Tirkiyê li vî welatî heta dawiya sala 2020-2021ê girêdide.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 29, 2021 08:34 Asia/Tehran
  • Erebistan heşt dibistanên Tirkiyê li axa xwe girêdide

Wezareta Perwerdehiyê ya Erebistana Siûdî ragihand ku heşt dibistanên Tirkiyê li vî welatî heta dawiya sala 2020-2021ê girêdide.

Li gorî rapora YJC'yê, Wezareta Perwerdehiyê ya Erebistana Siûdî bi şandina nameyekê bo dibistanên Wezareta perwerdehiyê ya Tirkiyê li bajarên Tebûk, Riyaz, Tayîf û Cedetyê ewna ji vê biryara xwe haydar kirine.

Rayedarên Wezareta Perwerdehiyê ya Erebistana Siûdî tevî sseredana dibistanên Tirkiyê li bajarên Demam û Ebhayê, ewna jî ji vê biryarê haydar kirine.

Li gorî vê raporê, dibistanên Tirkiyê li Meke û Medîneyê jî dê bikevin bin vê biryarê.

Nakokiyên siyasî yên Erebistan û Tirkiyê di warê mijarên navçeyî ji hokarên bibandor li ser pêwendiyên du aliyan di heyama du salên borî da bûye.