Komara Azerbaycanê amadetiya xwe jibo mazûvaniya civîna rayedarên Tirkiye û Rêjîma Siyonîst ragihand
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i325905-komara_azerbaycanê_amadetiya_xwe_jibo_mazûvaniya_civîna_rayedarên_tirkiye_û_rêjîma_siyonîst_ragihand
Alîkarê serokê Komara Azerbaycanê pêşniyar kir ku hevdîtina rayedarên Tirkiyê û Rêjîma Siyonîst jibo baştirkirina pêwendiyan bi mazûvaniya Bakûyê pêk were.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 27, 2021 08:28 Asia/Tehran
  • Komara Azerbaycanê amadetiya xwe jibo mazûvaniya civîna rayedarên Tirkiye û Rêjîma Siyonîst ragihand

Alîkarê serokê Komara Azerbaycanê pêşniyar kir ku hevdîtina rayedarên Tirkiyê û Rêjîma Siyonîst jibo baştirkirina pêwendiyan bi mazûvaniya Bakûyê pêk were.

Li gorî rapora rojnameya Yenî Musavatê, Hikmet Haciyêv, Alîkarê serokê Komara Azerbaycanê di hevpeyîvîna bi malpera Israîliyan a Rêjîma Siyonîst ra got: "Tirkiye birayêî Komara Azerbaycanê ye, Israîl jî hevpeyimana stratejîk a Komara Azerbaycanê ye, loma em dixwazin dostên me bi hev ra dost bin."

Vê rojnameyê nivîsî: "baştirkiirna pêwendiyên Tirkiye û Israîlê di destpêka yekemayetiyên siyaseta derveyî ya Komara Azerbaycanê da ye û Ilham Eliyêv serokê Komara Azerbaycanê bi awayekî taybet di vî warî da dixebite."

Komara Azerbaycanê di şerê Qerebaxê da çek û balefirên bêmirov ên Rêjîma Siyonîst bi kar dianîn.

Ev di halekî da ye ku gelê Komara Azerbaycanê bi caran nerazîtiya xwe li hemberî pêwendî û hevkariya vî welatî tev Rêjîma Siyonîst diyar kirine.