Wezîrên berevaniyê yên Tirkiye û Ukraynê li Stenbolê civiyan
Nîsan 11, 2021 15:56 Asia/Tehran
Wezîrên berevaniyê yên Tirkiye û Ukraynê derbarê mijarên berevanî û navçeyî li Stenbolê civiyan.
Li gorî rapora ajansa Anatoliyê, Xulûsî Akar û Andirî Taran, Wezîrên berevaniyê yên Tirkiye û Ukraynê derbarê mijarên berevanî, ewlehiya dualî û navçeyî şêwirîn.
Li gorî vê nûçeyê, Wezîrên berevaniyê yên Tirkiye û Ukraynê her wiha riyên hevkariyê di warê berevaniyê da vekolandin.
Roja borî jî Vladîmîr Zilinskî serokomarê Ukraynê çû Tirkiyê û bi Receb Teyib Erdoxan serokomarê vî welatî ra civiya.