Jikardûrxistina serokê Ajansa Nûçeyan a Anadoluyê ya Tirkiyê
Nîsan 08, 2021 23:56 Asia/Tehran
Serokkomarê Tirkiyê serokê ajansa nûçeyan a dewletê ya Anatolyayê Şenol Kazanci derxist
Radiyo Televîziyona Îranê ji Enqerê ragihand, Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan bi dayîna fermanekê Serdar Karagoz wekî serokê nû yê Ajansa Nûçeyan a Dewletê ya Anadoluyê destnîşan kir.
Hûrguliyên derxistina Kazanci hêj nehatine eşkere kirin.
Serokê nû yê Ajansa Nûçeyan a Anadoluyê di 25ê Gulana 1981-an de hatiye dinê, ew di çend teşkîatên ragihandin û medyayê birêvebir bûye, wek birêveber Holdinga ragihandinê ya Turkuaz Medya û birêveberê radiyo û televîziyona hikûmeta Tirkiyê ya TRT.