Nîsan 05, 2021 09:40 Asia/Tehran
  • Li Fransayê grûbeke nijadperest a Tirk, êrişî komeleyeke Kurdî kirin (hat nûkirin)

Li bajarê Lyon ê Fransayê di encama êrişa grûbeke nijadperest a Tirk ku hikûmeta Tirkiyê jê piştgiriyê dike de ser komeleyeke Kurdî, 4 kes birîndar bûn û gelek xisarên madî li vê komelgehê ketin.

Li gor zanyariyan roja Şemiyê, 03/04/2021, Konseya Demokratîk a Kurd a Fransayê (CDK-F) a li bajarê Lyonê rastî êrişekê hat.

Polîsê Lyonê ragihand, êriş derdora saet 14.30an pêk hat û “bi kêmanî 10 kes ketin komeleyeke Kurdî ya li 7emîn herêma Lyonê. Ziyaneke zêde ya madî li komelgehê ket û 4 kes jî birîndar bûn.”

Li gor zanyariyên şahidhalên bûyerê, ew kesên êrişkar ku temenên wan di navbera 35-40 salî de bû, bêyî ku hêzên polîs bigihijin cihê bûyerê, reviyan.

CDK-Fê jî di daxuyaniyeke nivîskî de ji bo parastina ewlekariya komeleyên Kurdî yên li Fransayê bang li hikûmeta Fransayê kir û got, “`Gurên Boz` ya ku hikûmeta Tirkiyê li pişta wê ye bi darên Beyzbol û kêran, êrişî komeleya me ya li Lyonê kirin. Em bang li Wezareta Navxwe dikin ji bo parastina komeleyên endamên tora me û parastina civaka Kurdî, demildest rêkarên pêwîst werbigire.”

Ev yek di demekê de ye ku grûba bi navê `Gurên Boz` a nijadperest a Tirk, piştî bûyerên li gel diyasporaya Ermenî, mijdara sala derbasbûyî, ji aliyê Wezîrê Navxwe yê Fransayê Gerald Darmanin ve hatibû qedexekirin.

Tirkiyê jî li hemberî vê biryarê nerazîbûn nîşanê hikûmeta Fransayê dabû û îdîa kiribû ku grûbeke bi navê `Gurên Boz`nîne.

Serepeyv