Sibat 13, 2021 12:43 Asia/Tehran
  • 15 deryavanên Tirkiyê yên li peravên Nîceryayê hatibûn revandin hatin berdan

Hikumeta Tirkiyê ragihand ku 15 deryavanên revandî yên vî welatî li beravên Nîceryayê serbest hatin berdanê.

Li gor ajansa Anadolu Newsê, Wezîrê derve yê Tirkiyê Mevlüt Çavuşoglu ragihand ku welatiyên Tirkiyê yên ku meha borî li peravên Nîceryayê di encama êrişa cerdeyên deryayî hatibûn revandin serbest hatin berdan û tenduristiya wan baş e.

15 deryavanên Tirkiyê 23ê Çileyê li rex peravên Nîceryayê di êrişa mirovên çekdar de ser keştiya barî ya M / V Mozart ku bi ala Lîberyayê diçû hatin revandin, ev keştî ya kompaniya Borealis Maritime ya li London, Hamburg û Stenbol ye.

Di vê êrîşê de deryavanek ji neteweya Komara Azerbaycanê hat kuştin.

Serepeyv