Erdogan soz daye Bahçelî HDPê hilweşîne
Rojnameyeke Tirkiyê diyar kiriye ku serkomarê Tirkiyê Receذ Teyib Erdogan “soz” daye serokê giştî yê partiya nijadperest a MHPê Devlet Bahçelî, HDPê hilweşîne.
Ji roja ku MHP bûye şirîka AKPê, berpirsên wê partiya nijadperest ya Tirkiyê bi taybet serokê wê Devlet Bahçelî gefa nehîştina HDPê dixwin.
Rojnama Cumhuriyet ya Tirkiyê ragihandiye, herî dawî Bahçelî daxwaz ji Erdogan kiriye, HDPê bide hilweşandin û Erdogan jî qebûl kiriye û soz daye wê yekê bike.
Li gorî raporta wê rojnamê, Erdogan û Bahçelî behsa nivîsandina Destûreka nû kirine û gotine, ewê qanûna partiyên siyasî jî bidin guhertin.
Li gorî agahiyan, qesta wan ji guhertina qanûna partiyên siyasî ew e ku nehêlin HDP ji xezîneya dewletê sûdmend bibe û rêka hilweşandina wê jî were vekirin.
Tê gotin ku armanceka din ya guhertina qanûna partiyên siyasî jî ew e ku derbê li CHPê û “Tifaqa Millet” bidin.
Erdogan beriya niha gotibû, dema wê hatiye Tirkiye bibe xwedanê Destûreka nû.