3 parlementerên CHPê li Parlimana Tirkiyê dest ji kar kişandin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i323631-3_parlementerên_chpê_li_parlimana_tirkiyê_dest_ji_kar_kişandin
Sê parlementerên Partiya Komarxwaz a Gel a Tirkiyê (CHP) li Parlimana vî welatî ji vê partiyê istîfa kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 29, 2021 18:36 Asia/Tehran
  • 3 parlementerên CHPê li Parlimana Tirkiyê dest ji kar kişandin

Sê parlementerên Partiya Komarxwaz a Gel a Tirkiyê (CHP) li Parlimana vî welatî ji vê partiyê istîfa kirin.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Anatoliyê, Mehmet Elî Çelebî, Ozcan Ozel û Husên Onî Aksoy nûnerên parêzgehên Izmîr, Yalûva û Karabûkê ji CHPê istîfa kirin.

Van sê kesan di civîneke nûçeyî da wêdaçûna xwe ragihandin. Hîn sedema vê wêdaçûnê diyar nebûye.

Bi vê yekê hejmara kursiyên CHPê li Parlimana Tirkiyê ji 138ê bû 135.