66 herêm li Sêrt û Êlihê heya dawiya salê hatin qedexekirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i323464-66_herêm_li_sêrt_û_Êlihê_heya_dawiya_salê_hatin_qedexekirin
Wlîtiya Êlihê û Walîtiya Sêrtê, 66 herêmên dikevin sînorê bajêran heya dawiya salê bi hinceta "Herêna Ewlekariya Eskerî ya Demborî" qedexe kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 23, 2021 15:06 Asia/Tehran
  •  66 herêm li Sêrt û Êlihê heya dawiya salê hatin qedexekirin

Wlîtiya Êlihê û Walîtiya Sêrtê, 66 herêmên dikevin sînorê bajêran heya dawiya salê bi hinceta "Herêna Ewlekariya Eskerî ya Demborî" qedexe kirin.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Mezopotamyayê (MA), Walîtiya Êlihê 58 û Walîtiya Sêrtê jî, 8 herêm bi hinceta "Herêma Ewlekariya Eskerî ya Demborî" qedexe kirin. 

Walîtiya Sêrtê, di daxuyaniya da de, diyar kir ku 8 herêmên girêdayî navçeyên Berwarî, Dihê û Hewîlê heya dawiya salê weke "Herêma Ewlkeriya Eskerî ya Demborî" îlan kirine. Walîtiyê ev biryara xwe ya qedexeyê bi Qanûna Serokkomariyê ya Jimara 3399'an ve girê da. 

Walîtiya Êlihê jî, daxuyaniyek da û got: "58 herêmên girêdayî navçeyên Sason, Heskîf û Hezoyê heya dawiya salê bi hinceta "Herêmên Ewlekariyê ya Demborî" qedexe kirine.