Çile 18, 2021 19:48 Asia/Tehran
  • Çewlig - Rêya 288 gundan hat girtin

Li Çewligê berf û bagerê rêya 288 gundan girt.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Anatoliyê (AA), Li gor agahiya ku ji Midûriya Şaxa Xizmetên Rê û Gîhandinê ya Îdareya Taybet a Walîtiya Bajêr hat hildan, li tevahiya bajêr duh serê sibê berfê dayê û bê navber dewam kir, paşê bû bager û rêya 288 gundan hat girtin.

Ji bo vekirina rêyên gundan 2 makîneyên berfê, 19 girêder, 5 dozer, 23 kepçe, 3 verotinên berfê û 110 personel dixebitin.

Li navenda bajêr jî berf barî û ekîbên şaredariyê jî ji bo ku rê neyên girtin, xebatên xwe didomînin.

Ji aliyê din va navenda bajêr jî spîçîl bû, berfê li navçeya Yedîsuyê jiyan kir tengasiyê. Ekîbên şaredariyê xebata avêtina berfê da destpêkirin.

Serepeyv