SOHR: Tevgera artêşa Tirkiyê li “herêmên bêçek” ên Sûriyê berdewam e
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) i bîr xist ku tevgerên artêşa Tirkiyê li “herêmên bêçek” zêde bûye. Ji hin nuqteyan vedikişe û di heman demê de rojane sewqiyatan derbasî axa Sûriyê dike.
SOHR`ê ragihand ku liv û tevgerên artêşa Tirkiyê ji herêmên li çiyayên Lazîqiye li aliyê bakurê rojhilat, heta bigihêje gundewarên Hema û Idlibê û deverên li bakurê rojavayê Helebê berdewam in. Wesayîtên leşkerî ji hinek nuqteyan vedikişîne û li nuqteyên din bi cih dibe.
Li gorî SOHR`ê artêşa Tirkiyê bi armanca vekirina rê, duh bi zanabûn nuqteyên xwe li ser rêya Heleb-Lazîqiye (M4) nemaze li herêmên li nêzî Cisir Şixûr û derdora Bidama El-Zeîniye li rojavayê Cisir Şixûr, nuqteya bidawîbûna dewriyeyên hevbeş a li nêzî sînorên îdarî yên parêzgeha Lazîqiyê danîn.
Artêşa Tirkiyê derbaskirina sewqiyatên leşkerî di rêya deriyê sînor ê Kefer Lûsîn re li bakurê Idlibê rojane didomîne û dişîne nuqteyên nû yên li çiyayê Zawiye yê li gundewarên başûrê Idlibê. Hejmara nuqteyên artêşa Tirkiyê li “herêmên bêçek” gihaşt 64`an.
Girêdayî heman mijarê, hejmara wesayîtên leşkerî yên ku derbasî herêmê bûne, di navbera Sibata 2020`an û heta niha de gihaşt zêdetirî 11 hezar û 500 wesayîtan.
SOHR`ê derve kişîna hin nuqteyan ji aliyê Artêşa Tirkiyê ragihand: Artêşa Tirkiyê 7 nuqte bi temamî vala kirin. Ew jî ev in: Mork û Şêr Mixar li gundewarên Hemayê, Enedan û Raşidîn, Îsa, Şêx Eqîl li gundewarên Helebê. Xebatên valakirina nuqteyên li Toqan ê li gundewarên Idlibê berdewam in. Tê payîn ku bi temamî jê vekişe.
Tenê 4 nuqteyên artêşa Tirkiyê ên ku ji hêla hêzên hikumeta Şamê ve nehatine dorpêçkirin, dimînin. Ew nuqte li Iştibreq li rojavayê Cisir Şixûr, Zeytûne li çiyayê Tirkmen, Selwa li gundewarên bakurê Idlibê û keleha Semanê li gundewarên rojavayê Helebê ne.