Tirkiye sewqiyeta leşkerî ber bi "herêma bêçek" ên dagîrkirî ve didomîne
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i322616-tirkiye_sewqiyeta_leşkerî_ber_bi_herêma_bêçek_ên_dagîrkirî_ve_didomîne
Artêşa Tirkiyê hêzeke nû şandin nuqteyên ku li "herêma bêçek" dagir kirine.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 26, 2020 12:40 Asia/Tehran
  • Tirkiye sewqiyeta leşkerî ber bi

Artêşa Tirkiyê hêzeke nû şandin nuqteyên ku li "herêma bêçek" dagir kirine.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ya komên Opozesiyon (SOHR) diyar kir ku nêzî 15 erebeyên artêşa Tirkiyê ku bi madeyên lojistî û alavên leşkerî barkiribûn di dergeha Keferlosîn a sînorî ya bi Lîwa Iskenderon der basî Idlibê bû û ber bi nuqteyên ku li "herêma bêçek" dagir kiriye çûn.

Li gorî daneyên SOHR'ê, hejmara kamyon û wesayîtên leşkerî yên ku dewleta Tirkiyê derbasî "herêma bêçek" ji 2'ê şibatê de heta îro ji bilî leşkeran gihêşt 11 hezar û 55 kamyon û wesayîtên leşkerî.