Serokê Giştî yê HUDA-PARê û Erdogan pirsên Tirkiyê gotûbêj kirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i322358-serokê_giştî_yê_huda_parê_û_erdogan_pirsên_tirkiyê_gotûbêj_kirin
Serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan û Serokê Partiya Doza Azad (HUDA-PAR) Îshak Saglam civiyan û di wê civînê de mijarên rojevê gotûbêj kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 17, 2020 08:32 Asia/Tehran
  • Serokê Giştî yê HUDA-PARê û Erdogan pirsên Tirkiyê gotûbêj kirin

Serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan û Serokê Partiya Doza Azad (HUDA-PAR) Îshak Saglam civiyan û di wê civînê de mijarên rojevê gotûbêj kirin.

Serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan duh Koşka Serokomartiyê pêşwazî li Serokê Giştî yê HUDA-PARê Îshak Saglam kir.

Derbarê hevdîtina ku hat kirin de ji aliyê HUDA-PARê daxuyanîyek hat belavkirin.

Di daxuyanîya HUDA-PARê de hat gotin: “Serokê me yê giştî Îshak Saglam li Kullîyeya Serokomartiyê bi Serokomar Receb Teyib Erdogan re hevdîtin kir. Serokê me yê giştî derheqê mijarên di rojevê de fikr û ramanên xwe ji Birêz Serokomar re vegot. Hevdîtineke bi bereket û xweş bû.”

Herwiha derbarê hevdîtina ku hat kirin de li ser medyaya civakî ji aliyê hesaba medyaya civakî ya Serokomartiya Tirkiyê ve daxuyanîyek hat belavkirin tê de hate gotin ku “Serokomar Erdogan, Serokê Giştî yê HUDA-PARê Îshak Saglam li Kullîyeya Serokomartîyê qebûl kir.” Lê derbarê naveroka hevdîtinê de ti zanyarî belav nekir.

Îshak Saglam jî li ser hesabê xwe yê twitterê ragihan ku fikr û ramanên xwe yên derbarê pirsên welat de ji Erdogan re vegotine.