Mijdar 26, 2020 20:19 Asia/Tehran
  • Tirkiyê li ser pêşnûmeya serxwebûna Nagorno-Qerebaxê bertekeke tund da Fransayê

Wezareta Derve ya Tirkiyê derbarê pesendkirina pêşnumaya naskirina serxwebûna herêma Nagorno-Qerebaxê ji aliyê Senata Fransayê ve nerazîbûnek tund nîşan da û ragihand, “Banga Senatoya Fransayê ya divê Komara Azerbaycan vekişe nav axa xwe pêkenî, alîgir û ji rastiya dûr e.”

Daxuyaniya Wezareta Tirkiyê diyar kiriye, “ev biryara Senata Fransayê binpêkirina prensîpên bingehên hiqûqa navdewletî û mînakek e ji liberçavnegirtina rewatî û heqaniyetê ji bo siyasetên navxweyî ye.”

Wezareta Derve ya Tirkiyê tiştên ku di biryarê de derheqê Tirkiyê de hatine gotin, red dike û tekez dike, Senata Fransayê bi vê biryarê bê alîtiya Fransayê bo çareserkirina pirsgirêka herêma Qerebaxê di çarçoveya Grûpa Mînsk de nîşan da.

Tirkiye herwiha amaje bi wê yekê dike ku Komara Azerbaycanê piştî 30 salan axa xwe ji kontrola “dagîrkeriya Ermenistanê” derxistiye û destnîşan dike, encama ku Komara Azerbaycanê li meydanê bidest xistiye, li gor biryarên Netewên Yekgirtî û Grûpa Mînsk ên ji bo çareserkirina pirsa herêma nakok a Nagorno Qerebaxê ye.

Senatoya Fransayê roja Çarşemê 25ê Mijdarê pêşnumaya naskirina serxwebûna herêma Nagorno-Qerebaxê pesend kiribû. Pêşnûme bi 305 dengê Erê, 1 dengê Na hatibû pesendkirin û 30 deng jî bê alî hatibûn bikaranîn.

Biryara Senatê ji bo hikûmeta Fransyê ne biryareke neçarî ye, lê ji hikûmetê daxwaz dike ku serxwebûna wê herêma cihê nakokiyê di navbera Komara Azerbaycan û Ermenistanê de nas bike.

Serepeyv