Sûcên şer ên dewleta Tirkiyê yên li Efrînê didomin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i321709-sûcên_şer_ên_dewleta_tirkiyê_yên_li_efrînê_didomin
Dewleta Tirkiyê û çeteyên wê ku bajar û herêmai Efrînê dagir kirine 4 kes ku 3 ji wan jin in revandin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 24, 2020 17:47 Asia/Tehran
  • Sûcên şer ên dewleta Tirkiyê yên li Efrînê didomin

Dewleta Tirkiyê û çeteyên wê ku bajar û herêmai Efrînê dagir kirine 4 kes ku 3 ji wan jin in revandin.

Li gorî nûçeya ANHA'yê ku  ji zarê çavkaniyên xwecihî ragihandiye, çeteyên "Ehrar El-Şam" ya girêdayî dewleta Tirkiyê li devera  dagirkerî ya Efrînê li gundên navçeya Cindirêsê 3 jin  û mêrekî sivîl revandin.

Navên sivîlên hatine revandin ev in : Edîb Bekir, Ayşe Hiso, Emîna Henan, Ferîda Hemo.

23'yê Mijdarê li navçeya Mabata ya Efrînê 3 sivîl hatibûn revandin ji bo berdanê ji malbatan serê her yekê 2 hezar dolar fîdye xwestibûn.

19’ê Mijdarê li gundê Badina ya Mabatayê 4 sivîl, 16’ê Mijdarê jî li navçeya Bilbil a Efrînê 5 sivîl, 14'ê Mijdarê li gundê Emara ya Mabatayê 4 sivîl, 12’ê Mijdarê jî li gundê Emara 3 sivîl hatibûn revandin.

Efrîn û herêma wê ji sala 2018’an ve di bin dagirkeriya dewleta Tirkiyê û terorîstên pêve girêdayî de ye. Li herêmê bi sîstematîk sûcên dij mirovahiyê tên kirin, mal û zeviyên welatiyan tên dizîn, talankirin. Li herêmên dagirkirî ‘rejîmekî terorê’ tê avakirin. Rojane sivîl li herêmê tên revandin.