Li Elmanyayê Tevgera Bozkurt a nîjatperest hate qedexekirin
Pêşnûme yasaya ku dihate payîn li Elmanyayê xebatên Tevgera Bozkûrt a hêza peremilîter a nîjatperest a dewleta Tirkiyê e qedexe bike, di saetên şevê de li Meclîsa Federal di encama dengdayînê de hate erêkirin.
Bi qanûna ku 5 partiyên li Meclîsê amade kiribû, Wezareta Karê Hundir dikare bi hêsanî komele û avaniyên nîjatperestan qedexe bike.
Welatên Ewropa yên ku bi salan in li hember nîjatperestiya Tirk ên alîgirên AKP-MHP’ê bêdeng bûn, dawiyê ji bo qedexeya van koman ketin tevgerê. Piştî biryarên qedexeyê ya Fransa ya rojên borî li hember bûyerên Bozkûrt û Tevgerên Nîjatperestan pêk anî û şûnde li Elmanyayê jî pêşnûmeyek mîna wê li Meclîsa Federal hate erêkirin. Ji niha û şûnde Wezareta Karê Hundir dikare biryareke qedexê lêkolîn bike.
Partiya Çep a bi salan bû ku ji bo qedexekirina sazî û komeleyên girêdayî nîjatperestan di nava hewldanan de bûn, bi pêşnûme qanûnek nû daxwaza tedbîrên hê redîkaltir li dijî komên nîjatperest ên Tirk bên girtin. Heman demê li Meclîsa Federal a Nû rastgirên tundraw Ji bo Elmanya Alternatîf (AfD) a di rewşa partiya muxalefeta serekî de ne têkildarî qedexekirina Tevgerên Nîjatperest pêşnûmeyek pêş kêş kir.
Nîjatperest ên li Elmanya bi qasî 11 hezar endamê wê hene xwe di bin sêwana Federasyona Komeleyên Tirk ên Nîjatperest ên Demokratîk ên Elmanya (ADUTDF) û Yekîtiya Çanda Îslamî ya Tirk ên Ewropa (ATÎB) xwe bi rêxistin dikin. Li gorî rapora yekîneyên îstixbarata Elmanya nîjatperestên bê rêxistin ku girêdayî vê îdeolojiyê ye li ser înternetê têkilî didanin hene.Nîjatperest gelek deman kesên muxalîf ên siyasî bi vekirî hewl didin bitirsînin û tehdît dikin.