Mijdar 06, 2020 20:27 Asia/Tehran
  • Parlamentereke Almanyayê: Divê Almanya tevgera Gurên Boz qedexe bike

Parlamentereke Almanyayê bang kir ku tevgera Gurên Boz û Partiya Tevgera Netewî (MHP) ên tundraw ku dewleta Tirkiyê piştevaniya wan dike, werin qedexekirin.

Li gorî Ermen Pressê parlamentera Meclisa Federal a Almanyayê (Bundestag) Sevim Dagdelen taloqkirina tevgera Gurên Boz (Ulkucu) a Tirkiyê li Almanyayê teşwîq kir.

Sevim got: “Divê hikumeta federal mîna Fransayê yekser Yekitiya Komeleyên Îdealîst ên Demokrat ên Tirkiyê (ADUTDF) qedexe bike. Ev rêxistin Gurên Boz ên li vî welatî komî ser hev dike.”

Sevim wiha domand: “Ew bi rêya provokekirinên li dijî Kurd, Ermen, elewî, Yewnanistan û cihûyan gelê Almanyayê teşwîqî veqetînê dikin.”

Sevim piştrast kir ku divê li Almanyayê bazarên mîna van rêxistinên nijadperest û faşîst tune be.

Serepeyv