Mijdar 05, 2020 08:18 Asia/Tehran
  •  Olûç: 4'ê Mijdarê êrîşa li ser siyaseta demokratîk e

Serokwekîlê Koma HDP'ê Sarûhan Olûç, destnîşan kir ku 4'ê Mijdarê êrîşeke li ser masê siyaseta demokratîk û got: "Dê têkoşîna me ya li dijî vê îqtidara faşîzan û bêhiqûqî bidome."

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Mezopotamyayê (MA), Serokwekîlê Koma HDP'ê Sarûhan Olûç, di civîna çapemeniyê ya li meclîsê de rojevê nirxand. 

Olûç, ji bo 4'ê Mijdarê, salvegera çarem a girtina hevserokên HDPê jî anî ziman ku a hatiye kirin xespkirina vîna gel e û got: "Tayinkirina qeyûman jî bi vî awayî ye, girtina parlementeran û ên hatine hilbijartin jî bi vî awayî ye. Bi temamî bêhiqûqîtî ye. Wê çaxê jî me ji bo vê êrîşa tesfiyeker û bêhiqûqî ya li dijî siyaseta demokratîk got, ev tenê ne li dijî HDP'ê ye. Tam 4 sal in li dijî partiyên siyasî, mafê siyaseta demokratîk, saziyên civaka sivîl, rêxistinên pîşeyî êrîşeke mezin pêk tê. Armanc çi bû? Armanca van êrîşên li ser siyaseta demokratîk çi bûn? Tesfiyekirina HDP'ê bû, armanc me ji siyasetê dûr bixin, lê em bi awayekî birbiryar li ber xwe didin û em ê bidin."

 

 

Serepeyv