Mijdar 04, 2020 23:16 Asia/Tehran
  • Fransa: Li dijî Tirkiyê hemû alternatîf li ser masê ne

Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean- Yves Le Drîan diyar kir ku peywendiyên di navbera Fransa-Tirkiyê ji rêjeyek nayê pejirandin derbas kiriye û tevgerên wê “gef” in, hemû alternatîfên li dijî Tirkiyê li ser masê ne.

Wezîrê Karên Derve Jean-Yves Le Drîan, li Senatoyê pirsên li ser hikumetê bersivandin. Le Drîan ê ku bersiva pirsa Rêmî Feraûd ê Senatorê Sosyalîst dayî got: “Li gel Enqerê listeyek dirêj a ne lihevkirinên cîdî heye.”

Le Drîan wiha axivî, “Lê belê di hefteyên dawî de, di navbera hevalbendên her du welatan de rêjerek neyê pejirandin dom kir. Tevger, Îftira bi giştî li dijî Fransa û Ewrûpa kampanyayên bi kîn ên bi xwestekên cuda ne. Ev gef in. Ji ber vê sedemê em li bendê ne ku Serokkomarê Tirkiyê dawî li van tevgerên xwe bîne. Ev kîn û ev tundî, ji aliyê komên biçûk ên maf nîne ku navê wan bîne ziman û derbaskirna wan a xaka Fransayê qebûl nakin.”

Wezîrê Karên Derve got: “Ev tenê ne lihevkirinek a Fransa-Tirkiyê ye, êrîşek li ser Ewrûpa û yên din e.”

Le Drîan wiha domand: “Ger Tirkiye ji berî meha Kanûnê sekna xwe ne guhere, em ê di asta Ewrûpayê de tedbîrên pêwîst bigrin. Hemû alternatîf li ser masê ne.”

Serepeyv