Li Sêrtê bo dema 15 rojan çalakî hatin qedexekirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i320707-li_sêrtê_bo_dema_15_rojan_çalakî_hatin_qedexekirin
Li parêzeha Sêrtê ya kurdên Tirkiyê, encamdana hemû corên çalakiyan, bo dema 15 rojan, hat qedexekirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 23, 2020 20:14 Asia/Tehran
  • Li Sêrtê bo dema 15 rojan çalakî hatin qedexekirin

Li parêzeha Sêrtê ya kurdên Tirkiyê, encamdana hemû corên çalakiyan, bo dema 15 rojan, hat qedexekirin.

Li gor daxuyaniya walîtiyê, li Sêrtê û navçeyên wê, encamdana çalakiyên weke meş, xwepêşandan, mitîng, vegirtina çadir û standan, çalakiyên rûniştinê, daxuyaniyên rojnemevanî, girêvên birçîbûnê, komkirina îmzeyan, belavkirina belavûkan û hemû cûrên çalakiyên weke wê, bo dema 15 rojan hatine qedexekirin.

Qedexeya çalakiyan ji îro Înê 22 Cotmehê 2020ê destpê dike û 05 Mijdara 2020ê bi dawî dibe.

Li gor daxuyaniyê qedexeya çalakiyan, bi heceta “berevaniya ewlekariya netewî û tendirustiya welatiyan” hatiye ragihandin.