Cotmeh 16, 2020 11:03 Asia/Tehran
  • Almanya, Fransa û Polonyayê daxuyaniyeke hevpar derbarê tevgerên Tirkiyê li Rojhilata Deryaya Sipî dan

Welatên Almanya, Fransa û Polonyayê roja Pêncşemiyê bi dayîna daxuyaniyeke hevpar ji Tirkiyê xwestin ku kêşeyê li Rojhilata Deryaya Sipî kêm bike.

Li gorî rapora Fars Newsê, Almanya, Fransa û Polonyayê di vê daxuyaniyê da ji Tirkiyê xwestin ku dev ji her cûre tevgera yekalî li Rojhilata Deryaya Sipî berde û amadetiya xwe jibo gotûbêjan nîşan bide.

Di hefteyên dawiyê da kêşe li Rojhilata Deryaya Sipî li ser kiryarên Tirkiyê yên destpêkirina kolandin û çalakiyên vedîtina enêrjiyê li vê navçeyê gurr bûne.

 

Serepeyv