Wezîra karên derve ya Swêdê li Enqerê: "Em ji Tirkiyê dixwazin ji Sûriyê derkevin"
Cotmeh 14, 2020 17:20 Asia/Tehran
Wezîra karên derve ya Swêdê di press konfernsa digel Çawûşoxlû ji Tirkiyê xwest ku ji Sûriyê derkeve, lê ev gotin tûşî berteka tund a wezîrê karên derve yê Tirkiyê bû.
Li gorî rapora Kurd Pressê ji zarê Haberturkê, Wezîra karên derve ya Swêdê got: "Tirkiye jî dipejirîne ku derbarê hin mijaran digel cînarên xwe tûşî hin dijwariyan bûye. Min di hevdîtina bi Wezîrê karên derve yê Tirkiyê ra helwêsta welatê xwe derbarê bakur û rojhilata Sûriyê ragihand. Em pişta helwêstên Yekîtiya Ewropayê li wê navçeyê digirin û beşeke van helwêstan in û di vê çarçovê da ji Tirkiyê dixwazin ku ji Sûriyê derkeve."