Parlimana Tirkiyê desthilata dewleta vî welatî jibo operasiyona dervesînorî saleke din dirêj kir
Cotmeh 08, 2020 12:56 Asia/Tehran
Parlimana Tirkiyê desthilata dewleta Tirkiyê jibo pêkanîna operasiyonên dervesînorî li Sûriye û Iraqê bêyî serlêdana li Parlimanê bi qasî saleke din dirêj kir.
Li gorî rapora Kurd Pressê ji zarê rojnameya Miliyetê, Pêşnumaya serokomarê Tirkiyê jibo dirêjkirina desthilata delweta Tirkiyê bona pêkanîna operasiyona dervesînorî li axa Sûriye û Iraqê bêyî wergirtina destûra Parlimanê li Parlimana Tirkiyê hat pesendkirin.