Tirkiyê peymana Berevaniyê navbera Fransa û Qibrisê şermezar kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i318700-tirkiyê_peymana_berevaniyê_navbera_fransa_û_qibrisê_şermezar_kir
Wezareta karên derve ya Tirkiyê lihevkirinameya leşkerî navbera Fransa û Qibrisê şermezar kir û daxwaza kiryareka berpirsiyaranetir ji aliyê Parîsê derheqê Qibrisê kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 16, 2020 15:31 Asia/Tehran
  • Tirkiyê peymana Berevaniyê navbera Fransa û Qibrisê şermezar kir

Wezareta karên derve ya Tirkiyê lihevkirinameya leşkerî navbera Fransa û Qibrisê şermezar kir û daxwaza kiryareka berpirsiyaranetir ji aliyê Parîsê derheqê Qibrisê kir.

Li gorî rapora Fars Newsê, Berdevkê Wezareta karên derve ya Tirkiyê lihevkirinameya leşkerî navbera Fransa û Qibrisê şermezar kir û daxwaza kiryareka berpirsiyaranetir ji aliyê Parîsê derheqê Qibrisê kir.

Hamî Aksoy, Berdevkê Wezareta karên derve ya Tirkiyê got: Qibris nûnerê tirkên Qibrisê û tevahiya giravê nîne û mafê xwe yê girêdana lihevkirineke wiha tune.

Berdevkê Wezareta karên derve ya Tirkiyê her wiha got: Ev lihevkiriname berovajoya sozên sala 1960î ye û xeterek li dijî aştî û aramiyê li rojhilata Deryaya Sipî ye.

Aksoy got: Em ji Fransayê wek endamê hertimî yê Konseya Ewlehiyê ya NY dixwazin ku di warê mijarên têkildarî Qibrisê ku di destûrkara NY da ye, berpirsiyaranetir tevbigere.