Tebax 02, 2020 23:38 Asia/Tehran
  • Li Tirkiyê 987 kesên din bi koronayê ketin

Li gor amarên nû li Tirkiyê di dema 24 saetên derbasbûyî de 18 kes bi vîrusa koronayê mirine û 987 rewşên nû yên koronayê hatin tomarkirin.

Wezîrê Tendirustiya Tirkiyê, Fahrettîn Koca li hesabê xwe yê Twitterê amarên nû yên taybet bi vîrusa koronayayê anku Covid-19 belav kir.

Li gor amarên hatine belavkirin, li Tirkiyê di nava 24 saetan de 40 hezar û 247 pişkinînên koronayê hatine kirin û li gor encaman, 987 kes bi vîrusa koronayê ketine û 18 nexweşên koronayê jî canê xwe ji dest dane.

Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê diyar kiriye, di 24 saetên borî de herwiha 978 nexweşên koronayê rewşa wan baş bûye û ji nexweşxanan bo mal hatine şandin, ku bi vî awayî hejmara başbûyan gihîşte 216 hezar û 494 kesan.

Bi amarên îro re, li Tirkiyê heta niha 232,856 kes bi vîrusa COVID-19 ketine û ji wê hejmarê jî 5,528 kesan canê xwe ji dest dane.

Herwiha li gor daxuyaniya Fahrettin Koca, ji destpêkê ve heta niha 4 milyon û 885 hezar û 916 pişkinînên koronayê li Tirkiyê hatine kirin.

Koca diyar kir, ku li Tirkiyê niha 582 nexweşên COVID-19 di bin çavdêriya hûr de ne û rewşa wan dijwar e.

Serepeyv